Li Wanê otobusa rêwiyan qulibî: 16 birîndar

Li navçeya Gevaşê ya Wanê di qezaya ku pêk hat de 16 rêwî birîndar bûn.

Ekleme: 29.04.2023 16:30:29 / Güncelleme: 29.04.2023 16:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobusa bi plaqeya 21 S 0251 a ku ji Diyarbekirê diçû Wanê li nêzî navçeya Gevaşê  ji ber rêya şemetokî qulibî.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di qezayê de 16 kes birîndar bûn. Kesên birîndar  bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Gevaşê. (ÎLKHA)