210 koçberên din li ser rêya Ewropayê jiyana xwe ji dest dan

Berdevkê Parastina Neteweyî ya Tûnisê Husamedîn El Cebabîlî ragihand ku di 10 rojên dawî de 210 koçberan li ser rêya Ewropayê jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.04.2023 15:50:27 / Güncelleme: 29.04.2023 15:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Cebabîlî diyar kir ku hêzên deryayî di navbera 18 û 27ê Nîsanê de li bajarên Safaks, Karkana û Mehdiyeyê gihîştine termên 210 koçberan.

Di van demên dawîn de ji ber krîzên aborî û siyasî hewlên koçberkirina ji Tûnisê ya ber bi welatên Ewropayê ve zêde bûne.

Tê diyarkirin di sala 2022’an de nêzî 9000 koçber bi rêya behrê gihiştine Îtalyayê, ku yekem rawestgeha koçberên neqanûnî ye,  lêbelê ev hejmar di çar mehên destpêkê yên sala 2023’an de 36,600 derbas kiriye.

Girava Lampedusa ya Îtalyayê ku di navbera Malta û Tûnisê de li Deryaya Spî ye, wekî yekem rawestgeha koçberên neqanûnî yên ku diçin Ewropayê radiweste. (ÎLKHA)