Bernameya Mewlida Nebî dê sibe bê  tertîpkirin

Ji bo bernameya Mewlida Nebî ya ku dê sibe ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve bê lidarxistin xebat bênavber berdewam dikin.

Ekleme: 29.04.2023 14:09:40 / Güncelleme: 29.04.2023 14:09:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bernameya Mewlida Nebî ya ku ji ber şewba Kovîd-19ê  3 salan nehat  tertîpkirin piştî navbera ku hatibû dayîn ew ê dîsa bê lidarxistin. Ji bo vê yekê  Weqfa Evîndarên Pêxember dest bi xebatan kir û li seranserê bajêr afîşên daxuyaniyê daliqandin.

Weqfa Evîndarên Pêxember ew ê sibe li  qada parka Newrozê bi temaya "Mînaka Herî Xweşik Hz Muhammed" bernameya Mewlida Nebî li dar bixe.

Dildarên Weqfa Evîndarên Pêxember ên ku afîş û pankartên bernameya ku dê di 30ê Nîsanê roja Yekşemê de li qada Parka Nevruz a navçeya Bağlar a Amedê bê lidarxistin; li çarrê û  bihorkên jorîn daliqandin û Amedê bi muhebbeta Muhemmedî xemilandin.

Bi afîşên ku bi zimanên Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Zazakî) hatibû amadekirin temamê gelê hat vexwandin  bo çalakiya ku wê roja Yekşemê saet di 13.30î de bê tertîpkirin.(ÎLKHA)