Li 6 bajaran operasyona behîsê: 38 girtî

Ji 42 şikdarên ku di çarçoveya lêpirsîna behîsê de  hatin binçavkirin 38 kes hatin girtin.

Ekleme: 29.04.2023 12:55:28 / Güncelleme: 29.04.2023 12:55:28 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê derbarê kesên ku behîs lsîtandinê lêpirsîn da destpêkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê yên Midûriyeta Polîsan a Bajêr di 25ê Nîsanê de li adresên ku li Îzmîr, Stenbol, Edene, Karaman, Kutahya û Balikesîrê hatibûn diyarkirin operasyon li dar xistin.

Di operasyona hemwext a bi navê 'Pismam' de 42 şikbar hatin girtin.

Ji gumanbarên ku piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin 38 kes hatin girtin, 4 kes jî serbest hatin berdan. (ÎLKHA)