Li Azerbeycanê mayîn teqîya: 3 mirî

Li Tertera ku Azerbaycan ji dagirkeriyê rizgar kir, di dema dagirkeriyê de mayineke ku leşkerên Ermenî danîne teqiya, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.04.2023 12:50:28 / Güncelleme: 29.04.2023 12:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di navbera gundên Taliş-Tapkarakoyunlu yên navçeya Terterê ya ku Azerbaycanê ji dagirkeriyê rizgar kiribû de, mayineke antîtank a ku di dema dagirkeriyê de ji aliyê leşkerên Ermenî ve hatibû danîn, teqiya.

Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê ragihand ku di encama teqînê de 3 welatiyên sivîl ên li herêmê dixebitin jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)