Li Nîjeryayê di navbera cotkar û ajalvanan de pevçûn: 25 kes canê xwe ji dest dan

Li Nîjeryayê di encama şerê ku di navbera Fûlanîyan û cotkaran de pêk hat de 25 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.04.2023 12:35:30 / Güncelleme: 29.04.2023 12:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Parêzgeha Polêsan a Taraba Usman Abdullahî ve  daxuyanîyek hat belavkirin. Abdullahî di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir,  di encama êrîş û pevçûnên ku rû dan de herî kêm 25 kes canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin li parêzgeha Tarabayê car car di navbera Fulanîyên ku heywanan xwedî dikin û di navbera cotkaran de şer û pevçûn derdikeve.(ÎLKHA)