Agirbesta li Sûdanê hat dirêjkirin

Artêşa Sûdanê ji bo 72 saetên din dirêjkirina agirbestê qebûl kir.

Ekleme: 28.04.2023 11:40:30 / Güncelleme: 28.04.2023 11:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Sûdanê ji 15ê Nîsanê û vir ve şer û pevçûn pêk tên.

Di encama pevçûnan de zêdeyî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 4 hezar kes jî birîndar bûn.

Li welatê ku Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê krîza erzaq û koçberiyê de hişyarî dabû, terefan rojek berê li ser agirbestê li hev kiribûn.

Lê belê tê îdiakirin ku li paytext Xartûmê tevî agirbestê dem bi dem pevçûn rû didin.

Demek kin beriya bidawîbûna wextê 72 saetan, welat ketin dewrê û li pey hev civîn li dar xistin.

Hat diyarkirin ku artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez li hev kirin û li ser dirêjkirina agirbestê 72 saetên din li hev kirin. (ÎLKHA)



Etiketler: