Li Rûsyayê 178 avahî şewitîn

Di şewatên li herêma Sverdlovskê ya Rûsyayê de kesek mir, 659 kes jî bê mal man.

Ekleme: 27.04.2023 10:55:29 / Güncelleme: 27.04.2023 10:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Sosva, Tayozhny, Visim, Neustroyeva, Karpinsk û Progress ên herêma Sverdlovskê şewat derket.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê derbarê şewatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di şewatê de 178 avahî bûn xwelî û 659 kes ku 148 ji wan zarok in bê mal mane.

Hat diyarkirin ku di şewatê de kesekî 62 salî ku li Sosvayê rûdinişt jiyana xwe ji dest da.

Ji şewat re ji hewa û bejahiyê tê midaxelekirin. (ÎLKHA)