Bi bombeyê deng êrîş li lokala hilbijartinê ya AK Partîyê hat kirin

Hat ragihandin bi bombeyê deng êrîş li lokala hilbijartinê ya Faruq Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê Rêza 4emîn a AK Partîyê hat kirin.

Ekleme: 26.04.2023 14:35:28 / Güncelleme: 26.04.2023 14:35:28 / Xeberen Kurdi / Mersin Haberleri
Destek için 

Êrîş doh êvarî di derdora seat 23.00î de li navçeya Tarsûsê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên nasnameyên wan nediyar bi bombeyên deng êrîş birin li ser  lokala hilbijartinê ya Faruq Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê Rêza 4emîn a AK Partîyê.

Ji ber êrîşa ku hat kirin polêsan lêpirsîn dan destpêkirin.(ÎLKHA)