Li Edenê di dawetê de pevçûna bi kêr: 10 birîndar

Di encama pevçûna bi kêr a ku li Edenê di dawetekê pêk hat de 10 kes birîndar bûn.

Ekleme: 26.04.2023 14:25:27 / Güncelleme: 26.04.2023 14:25:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li navçeya navendî ya Sariçamê li Taxa Beyazidê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di salona dawetê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn pevçûn derket û di pevçûnê de kêr hat bikaranîn.

Di encama pevçûna ku pêk hat de 10 kes birîndar bûn.(ÎLKHA)