Ji ser qetlîama Qeladizê 49 sal derbas bûn

Dema ku dîrok 24ê Nîsana sala 1974an nîşan dida rejîme Baasê bi 4 balafirên şer bajara Qeladizê bombebaran kirin.

Ekleme: 24.04.2023 15:05:34 / Güncelleme: 24.04.2023 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dema ku şoreşa gel a Kurdistanê ya ku Mela Mistefa Barzanî jêre serokatî dikir piştî xerabûna mutabaqata 1970yî, li Qeladizê belav bû.

 Ji ber ku li Qeladizê jî gel li hember rejîma Baas rabû, rejîm êrîşî wan kir. Dema ku 24ê Nîsana sala 1974an nîşan dida rejîme Baasê bi 4 balafirên şer  bajara Qeladizê  bi bombeyên fosfor û napalmê bombebaran kirin û 123 kes qetil kirin. Wê rojê ji ber êrîşa ku hat kirin 400 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)