Hînkerên Qursa Qur’anê yên Fexrî li Tirkiye û Nîjeryayê fitar dan

Hînkerên Qursa Qur’anê yên Fexrî ku ev çand sal e li benda kadroyê ne, li Tirkîye û Nîjeryayê xwarina fitarÊ yê bi komî dan.

Ekleme: 20.04.2023 15:50:27 / Güncelleme: 20.04.2023 15:50:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mamosteyên Qursa Qur’anê yên Fexrî ku hema hema her sal bi daxwaza kadroyê derdikevin û di vê mijarê de di beşên cuda de cih digirin, vê carê jî him li Tirkiyeyê him jî li Nîjeryayê ku Welatê Rojhilata Efrîkayê ye bernameya xwarina fitarê saz kirin.

“Platforma Hînkerên Qursa Qur’anê ya Fexrî” li Êlihê li konê fitarê yê ku ji teref Weqfa Kerwana Hêvî ve hat vekirin de ji gelek kesan re rojekê xwarina fitarê dan.

Li welatê Nîjeryaya Efrîkayê di şîva fitarê ya ku li Sêwîxaneya Şehîd Eren Bûlbûl a USSODê hat dayîn de destên biçûk rabûn ji bo duayê.

Kêfxweşiya zarokên ku spasiya endam û dildarên platforma ku xwarina fitarê hildan kirin ji çavên wan dihat e dîtin.

Di bernameya fitarê de jî daxwaza kadroyê ya ji Hînkerên Qursa Qur’anê ya Fexrî hat dubarekirin. (ÎLKHA)



Etiketler: