Wesayîta ku wezîfedarên tenduristîyê tê de bûn qeza kir: 13 birîndar

Hat ragihandin li navçeya Xelata Bidlîsê wesayîta ku wezîfedarên tenduristîyê tê de bûn qeza kir.

Ekleme: 20.04.2023 13:08:16 / Güncelleme: 20.04.2023 13:08:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza vê şeveqê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  li navçeya Xelata Bidlîsê wesayîta ku wezîfedarên tenduristîyê tê de bûn û ji bajaroka Ovakişlayê diçû alîyê Diyarbekirê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê zarok bi tevahî 13 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexaneyê.(ÎLKHA)