Li Eskîşehîrê serwîsa karkeran qelibî: 3 mirî, 31 birîndar

Di encama qezaya ku li Eskîşehîrê pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.04.2023 12:15:32 / Güncelleme: 19.04.2023 12:15:32 / Xeberen Kurdi / Eskişehir Haberleri
Destek için 

Qeza li 7emîn kîlometreya rêya Înonû-Bozüyükê ya navçeya Înonuyê pêk hat.

Otobusa ku şofêrê wê Z.B  bû ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê ji rê derket û qeza kir.

Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên Eskîşehîr û Bozüyükê.

Hat hînbûn kesên di otobusê de karkerên fabrîqayekê ne. (ÎLKHA)