Wezîrê Karên Derve yê Erebistana çû Şamê

Feysel bin Ferhanê Wezîrê Karên Derve li Şama paytexta Sûriyê bi Beşar Esed re hevdîtin pêk anî.

Ekleme: 19.04.2023 11:25:10 / Güncelleme: 19.04.2023 11:25:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da gavên çareseriyeke siyasî ya berfireh a ku dê krîza Sûriyeyê bi dawî bike hatin gotûbêjkirin.

Bin Ferhan her wiha tekezî li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo hemû navçeyên Sûriyê û dabînkirina mercên pêwîst ji bo vegera penaberên Sûriyê bo welatên xwe kir.(ÎLKHA)