Herema Şerîfa 5'emîn di Şeva Qedrê tije bû

Dîyarbekirî di Şeva Qedrê de li Herema Şerîf a 5'emîn a 'alema Îslamê kom bûn û Şeva Qedrê ku ji hezar mehan xêrtir e îhya kirin.

Ekleme: 18.04.2023 14:15:31 / Güncelleme: 18.04.2023 14:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Diyarbekirîyan ji bo Şeva Qedrê ku yek ji şevên dawîn ên Remezanê ye, sultanê yazdeh mehan û ji hezar mehî çêtir e, berê xwe dan Mizgefta Mezin a Dîrokî.

Welatiyên Diyarbekirê yên ku bi minasebeta Şeva Qedrê Mizgefta Mezin a dîrokî tijî kirin, herikîn hewşa mizgeftê. Piştî nimêja terawîhê di rêzên ku mêr li pêş û jin jî li paş hatine çêkirin de bi minasebeta Şeva Qedrê bername hat lidarxistin.

Di bernameya ku bi tîlaweta Qur'ana Kerîm dest pê kir de mewlît, îlahî û qesîde hatin xwendin. Miftiyê Diyarbekirê Lûtfî Îmamoglu jî der barê wate û girîngiya rojê de peyivî û bal kişand ser girîngiya Şeva Qedrê.

Îmamoglû diyar kir ku divê ev şev bi îbadet û nimêjê bi awayekî herî baş were zindîkirin û Şeva Qedrê ya 'alema Îslamê pîroz kir. Piştî bernameyê ji teref Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê îkram li cemaeta mizgeftê hat kirin.(ÎLKHA)