Li Sûdan'ê êrîş li Balyozê Yekîtîya Ewropayê hat kirin

Josep Borrell'ê ku Nûnerê Polîtîkayên Ewlehîya Bilind û Têkilîyên Derveyê ya Yekîtîya Ewropayê (YE) diyar kir ku li Sûdan'ê êrîş li wî hatiye kirin.

Ekleme: 18.04.2023 13:20:29 / Güncelleme: 18.04.2023 13:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Borrell li ser hesabê xwe yê Twîtter'ê wiha got: "Berî vê çend se'etan Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Sûdanê li mala xwe dûçarî êrîşê bû."

Borrell diyar kir ku ev yek binpêkirineke mezin a Peymana Viyanayê ye û gotinên xwe werê domand, "Ewlehiya tesîs û personelên dîplomatîk berpirsyariya bingehîn a rayedarên Sûdan'ê ye û li gorî hiqûqa navneteweyî ev yerk erkek e." (ÎLKHA)