Li Yemen'ê şoba sorikê: 77 zarok canê xwe ji dest dan

Milletên Yekbûyî (MY) diyarkir ku li Yemen'ê 77 zarok ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dan e.

Ekleme: 18.04.2023 10:55:26 / Güncelleme: 18.04.2023 10:55:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya MY'yê (OCHA) ya li Yemen'ê hat dayîn de bal hat kişand li ser şoba sorik a li welat.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di sala 2022'an de nêzî 22 hezar nexweşên sorikê hatine tespîtkirin û 160 kes mirine. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku, "Ji destpêka sala 2023'an û vir ve 77 zarok ji ber sorikê mirin."

OCHA'yê hişyarî da ku li welêt nexweşiyên dîfterî û felcê belav dibin û diyar kir ku ji ber şerê navxweyî di sektora tenduristiyê da kêmasiyên cidî yên alavên tibî hene.

Li Yemen'ê ji sala 2015’an ve şer didome. Hema bêje pêdiviya hemû welat bi alîkariya mirovî heye.
Zêdetirî nîvê saziyên lênihêrîna tenduristiyê li Yemen'ê ji ber zirarê an kêmbûna budce an karmendan hizmetê nadin.
Jiyana zarokan ji bêyî zayînê ve di bin talûkeyê de ye. Gelek jidayikbûn li derveyî nexweşxaneyê, bêyî personelên pispor, di bin talûkeya enfeksiyonê û mirinê de çêdibin.
Dayik û pitik di nav kesên herî mexdûr ên li Yemen'ê de ne. Her serê 2 se'etan dayikek û 6 pitik ji ber komplîkasyonên di dema ducaniyê an jî jidayikbûnê de dimirin. (ÎLKHA)



Etiketler: