Li Nîjerya'yê êrîşa bi çek: 29 mirî

Di êrîşa bi çek ku li wilayeta Kadûna ya Nîjerya'yê hat kirin de 29 kes jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.04.2023 13:40:27 / Güncelleme: 17.04.2023 13:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Samûel Arûwanê Komîserê Karê Hundir û Parastina Hundir ê Kadûna'yê diyarkir ku, li gundê Rûjî ya herêma Katafa Zangona li girêdayî wilyeta Kadûna'yê de êrîş hat kirin.
Arûwan diyarkir ku di êrîşê de 29 kes mirin û pir kes jî birindar bûn.
Arûwan ragihand ku di êrîşan de pir mal hatin pêçekkirin û kesên herêmê ji tirsa nikarin biçin malê.
Aruwan destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê yên ku li herêmê hatine bicihkirin bi çekdaran ra pevçûnên dijwar diqewimînin û hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiyê hê li herêmê ne. (ÎLKHA)