Li Wanê 13 koçber û 2 organîzator hatin girtin

Li Wanê di operasyona ku ji teref ekîbên hiqûqê ve li malekê hat lidarxistin de 13 koçberên bêdestûr hatin girtin, 2 organîzator hatin zeft kirin.

Ekleme: 17.04.2023 11:35:27 / Güncelleme: 17.04.2023 11:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Tûşbayê li ser navnîşana ku li taxeke gundewarî hat diyarkirin operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de 13 koçberên neqanûnî û 2 organîzatorên ku hat tespîtkirin qaçaxçîtiyê dikin hatin girtin.

Koçberên qaçax ên hatin girtin radestî Navenda Ragihandinê ya girêdayî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Parêzgehê hatin kirin, organîzatorên ku hatin binçavkirin D.A. û M.E. ew ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. (ÎLKHA)