Serokê Giştî yê HUDA PARê ew ê îro li Diyarbekirê beşdarî merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temelê bibe

Ew ê bi beşdarbûna Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê  û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew ê li Diyarbekirê merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temelê bê tertîpkirin.

Ekleme: 14.04.2023 10:50:28 / Güncelleme: 14.04.2023 10:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mizgeft û Kullîyeya Selahaddîn Eyyûbî ya ku berî vê 6 salan temela wê hat avêtin ew ê bi merasîma ku bê tertîpkirin bê vekirin. Merasîm îro di seat 16.00an de dest pê bike.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê  bi peyama ku li ser medyaya civakî belav kir destnîşan kir ew ê li Diyarbekirê beşdarî merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temelê bibe û derbarê mijarê de wisa got: “ Em ê digel Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê temela avahîyan bavêjin. Hema dûre jî ew ê merasîma vekirina Camîya Selahaddîn Eyyûbî bê kirin.”(ÎLKHA)