Avrupa Yetim Eli li welatê ku feqirtirîn a cîhanê ye ji kesên feqîr û jar re alîkarîya neqdî kir

Hat ragihandin Avrupa Yetim Eliyê ku li welatê ku feqirtirîn a cîhanê ye ji kesên feqîr û jar re alîkarîyê dike, xebatên xwe yên alîkarîyê bênavber didomîne.

Ekleme: 13.04.2023 12:45:32 / Güncelleme: 13.04.2023 12:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Li gorî agahîyên ku ji teref sazîyê ve hatine belavkirin fitre, zikat û sedeqeyên ku ji teref xêrxwazan ve hatibûn şandin ji teref sazîyê ve li welatê ku feqirtirîn a cîhanê ye ji kesên feqîr û jar re alîkarîyê dike. Sazî li bajara Bujumburayê ji gelek kesan alîkarîya neqdî kir û dilê wan xweş kir.

Nizamettîn Ayganê Dildarê Avrupa Yetim Eli derbarê xebatê alîkarîyê yên ku  ji teref wan ve lI Burundîyê tên kirin de daxuyanîyek da û destnîşan kir: “Ez ji wan xuşk û birayên xwe yên ku zikat, fitre û sedeqeyên xwe ji me re şandin re teşekkur dikim.  Xweda nesîb bike em ê alîkarîyên xwe bidomînin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”(ÎLKHA)