Faruk Dînç kî ye?

Faruk Dînç'ê Serokê Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PAR'ê ew ê di hilbijartinên parlementerîyê de ji lîsteyên AK Partîyê li Mersîn'ê têkeve hilbijartinan. Bîyografîya Dînç'ê ku wê li Mersîn'ê di rêza 4'an de bikeve hilbijartinan tê meraqkirin.

Ekleme: 12.04.2023 15:45:34 / Güncelleme: 12.04.2023 15:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dînç'ê ku di pir kanalên cihî û netewî de çêkerî û pêşkêşkerî ya bernameyên sîyer û tendirustîyê kiriye, bi HUDA PAR'ê dest bi sîyasetê kir.

Faruk Dînç kî ye?

Di sala 1985'an de li gundê Babikan'a girêdayî navçeya Pîran'a Dîyarbekir'ê hat dinyê. Dibistana pêşî li gundê Babikan, dibistana navîn li Kocaalan YİBO ya Pîran'ê xwend. Dînç'ê ku ji Fakûlteya Eczafiroşî yê Zanîngeha Înonuyê Meletî mezûn bûye, pir kanalên cihî û netewî de çêkerî û pêşkêşkerî ya bernameyên sîyer û tendirustîyê kiriye.

Dînç'ê ku bi HUDA PAR'ê dest bi sîyasetê kirîye, serokatîya baskên ciwanan yê partiya xwe kir. Dînç'ê ku erkên endamtîya Komîtîya Rêveberîya Giştî û Alikarê Serokê Rêkxistinê didomand, heyamek erka Serokê Bajarê Dîyarbekir'ê kir.

Dînç'ê ku zewicandî ye û bavê 3 zarokan e; ji bilî Kurdî(Zazakî)ya ku zimanê wî ya zikmakî ye, bi Tirkî û û Îngîlîzî û her wisa bi Kurdîya Kurmancî jî dizane. (ÎLKHA)