Serkan Ramanli kî ye?

Serkan Ramanliyê  berdevkê HUDA PARê ew ê di hilbijartinên parlementerîyê de ji lîsteyên AK Partîyê li Êlihê têkeve hilbijartinan. Bîyografîya Ramanliyê ku dê li Êlihê  ji lîsteya AK Partîyê di rêza 2yan de bikeve hilbijartinan tê meraqkirin.

Ekleme: 11.04.2023 16:35:30 / Güncelleme: 11.04.2023 16:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ramanli ku di sala 2018an de ji Stenbolê bûbû namzedê parlementerîyê yê HUDA PARê.

Serkan Ramanli kî ye?

Ramanliyê ku di sala 1980î de hat dinyayê mekteba destpêk, navîn û lîseyê li Êlihê temam kir. Ramanliyê ku fakulteya hiqûqê qezenc kiribû ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Qonyayê mezûn bû û li Baroya Êlihê qeydkirî ye.  Ramanli di nav HUDA PARê de wezîfeyên cûrbecûr kir  herî dawî di warê Berdevktîya HUDA PARê de hat wezîfedarkirin.

Ramanliyê ku di nav kar û barên çareserîya meseleya Kurd de cî girtibû di hilbijartinên 2018an ên parlementerîyê de  ji Stenbolê bûbû namzedê parlementerîyê yê HUDA PARê.

Ramanliyê ku a niha jî Berdevkê HUDA PARê ye zewicandî û bavê 2 zarokan e.

Ramanliyê ku ji bilî Kurdîya ku zimanê wî ya zikmakî ye di asteke baş de bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngîlîzî jî dizane.(ÎLKHA)