Berdevkê HUDA PARê: CHP çawa ku Kuvayî Mîllîye tasfîye kir rabû bi Fransiz û Îngîlîzan re li hev kir

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê û Endamê Lijneya Îdareya Giştî derheqê gotinên ku ji teref Faîk Oztrakê Berdevkê CHPê ve li hember partîya wan hat kirin de daxuyanîyek belav kir û bersiv da gotinên wî.

Ekleme: 09.04.2023 14:35:29 / Güncelleme: 09.04.2023 14:35:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîroglu di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir “Hûn heta roja hilbijartinê êrîşî HUDA PARê dikin û hewl didin roja xwe derbas bikin. Lewra tiştekî we ya ku hûn bidin vî milletî tune ye.”

Faîk Oztrakê Berdevkê CHPê derheqê Kuvayî Mîllîyeyê de hinek gotin gotibûn ku Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê û Endamê Lijneya Îdareya Giştî derheqê gotinên ku ji teref Faîk Oztrakê Berdevkê CHPê ve hatibûn de wisa got: “Kuvayî Mîllîye  mîllî û xwemalî bû. Kok û nirxên wî ji van axan bû. Kesê ku ji rûhê Kuvayî Millîye aciz dibû CHP bi xwe bû.  CHP çawa ku Kuvayî Mîllîye tasfîye kir rabû bi Fransiz û Îngîlîzan re li hev kir.”

“Kesê ku ji rûhê Kuvayî Millîye aciz dibû CHP bi xwe bû.  CHP çawa ku Kuvayî Mîllîye tasfîye kir rabû bi Fransiz û Îngîlîzan re li hev kir”

Oztiran îddîa kiribû ku di gen û tebîata CHPê de yê Kuvayî Mîllîye hene ku Emîroglu di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê vê yekê de wisa got: “Kuvayî Mîllîye  mîllî û xwemalî bû. Kok û nirxên wî ji van axan bû. Dema ku destdirêjî li çarşefê hat kirin ê ku guleya ewil berda kafiran Sutçu Îmam bû. Dema ku Yunan têket Îzmîrê ê ku guleya ewil berda Hasan Tahsîn bû. Ê ku nehişt Fransiz di Entabê de bi cî bibin Şahîn Bey bû. Ê ku  ji ber ku leşkerên Fransiz dest avêtin peçeya dîya wî, li ber xwe da û şehîd ket Kamîl bû. Kesê ku ji rûhê Kuvayî Millîye aciz dibû CHP bi xwe bû.  CHP çawa ku Kuvayî Mîllîye tasfîye kir rabû bi Fransiz û Îngîlîzan re li hev kir.”

“Di wextê CHPê de li Dêrsimî Zîlan û li gelek cihên din qetlîam hatin kirin”

Emîroglu di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir CHP malik li vê welatî xera kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Zazayên mîna min herî zêde vê yekê dizanin. Dêrsim, Palu, Bîngol, Dara Hênê, Licê, Qulp, Sêwerek û Diyarbekir dizane CHP wehşetên çawa kir. Dîsa di wextê CHPê de li Dêrsimî Zîlan û li gelek cihên din qetlîam hatin kirin.”(ÎLKHA)