Li Sêrtê 12 mih ji ber hilweşîna koxê telef bûn

 Di encama hilweşîna koxa aîdî Mustafa Keşli ya li Taxa Afetevlera li navenda Sêrtê de 12 mih telef bûn.

Ekleme: 09.04.2023 11:05:29 / Güncelleme: 09.04.2023 11:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer di derdora seat 08.00’an de li Kolana 1862’an a Taxa Afetevler pêk hat.

Banê koxa ku aîdî Mustafa Keşli bû ji ber sedemeke ku nehat zanîn hilweşiya. 22 mihên di koxê de di bin hilweşînê de man.

Li ser agahdarkirinê ekîbên îtfaiye û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Bi xebata 1 saetî ya îtfaiyeyê 10 mih bi saxî derxistin, 12 mih jî telef bûn. (ÎLKHA)