Mînîbus qeza kir: 2 mirî, 10 birîndar

Di qezaya ku li Kayseriyê  pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.04.2023 11:55:29 / Güncelleme: 08.04.2023 11:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Qeza li navçeya Pinarbaşi pêk hat.

Mînîbusa ku şofêrê wê H.D bû û ji navçeya Gürüna Sêwasê ber bi Qeyseriyê ve diçû li herêma Karahalkayê ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksiyonê winda kir, ket newalê.

Di qezayê de 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pınarbaşi.Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)