Serokê TBMM’yê Şentop: Kesên serketî wê gelê Filistînê yê birûmet be

Mustafa Şentop’ê Serokê TBMM’yê ku bertekê êrîşên rejîma îşxalker a sîyontan a ku li ser Xezze’yê nîşan da got ku, “Bi baweriya me ya teqez ku mirovahî wê zilmê têk bibe; yê serketî wê edalet û gelê Filistînê yê birûmet be.”

Ekleme: 07.04.2023 14:55:30 / Güncelleme: 07.04.2023 14:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafirên şer yê rejîma dagirker a sîyonistan, duh êvarî êrîşa asîmanî li ser herêmên cûda yên Xezze’yê kirin.

Mustafa Şentop’ê Serokê TBMM’yê li ser hesaba xwe ya civakî di heqê erîşan de bertekê nîşan da.

Şentop di peyama xwe ya li medyaya civakî weşand de werê got: “Weke her meha Remezanê balafirên şerê yên îsraîlê bombeyan li ser Xezze’yê dibarîne. Ez bi tundî nalet tînim li van êrîşên ji dûrî însanîyetê. Bi baweriya me ya teqez ku mirovahî wê zilmê têk bibe; yê serketî wê edalet û gelê Filistînê yê birûmet be. Dua û piştgirîyên me ji bo birayên me yê Xezze’yê ye.”(ÎLKHA)