Li Diyarbekir’ê şera bi kêr: 2 mirî, 2 birîndar

Li Diyarbekir’ê di şera bikêr a ku di navbeyna du koman pêk hat de 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 06.04.2023 16:30:31 / Güncelleme: 06.04.2023 16:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Kolana Yaşar Kemal a navçeya Yenîşehîra navend  pêk hat.

Pevçûna ku di navbeyna du koman de ji sedemek nedîyar derket, vegeriya şera bikêr.

Di şer de E.A.G, V.E. (22), A.P. û B.E. (18) birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin, V.E. û E.A.G. yên ku ji birîndarên ku hatibûn rakirin nexweşxaneyê bûn jiyana xwe ji destdan. Tedawîyên B.E. û A.P. Jî berdewam e. (ÎLKHA)