Li Amerîkayê ji ber bagerê 5 kes mirin

Hat ragihandin li Amerîkayê ji ber ba û bagera ku rabû herî kêm 5 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 06.04.2023 12:30:30 / Güncelleme: 06.04.2023 12:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li bajara St. Louis pêk hat. Tê diyarkirin ji ber bager û bahozê gelek mal û dikan zirar dîtin.

Walîyê Mîssourî Mîke Parson derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî destnîşan kir, ji bilî kesên wefatkirî gelek birîndar hene û xebat niha berdewam dikin.(ÎLKHA)