Li Fransayê greva mezin îro dest pê dike

Qeyrana ku ji ber reforma teqawîdbûyûnê li Fransayê dest pê kir her ku diçe mezintir dibe.

Ekleme: 06.04.2023 12:05:30 / Güncelleme: 06.04.2023 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Ji ber qeyrana mewcûd sendîqa berî vê çend rojan destnîşan kiribûn ku ew ê biçin greva giştî. Ji ber vê daxuyanîyê hikûmet bi sendîqeyan re hevdîtin kir û ji wan daxwaz kir ku ew neçin greva giştî. Lê belê sendîqa vê daxwaza hikûmetê qebûl nekirin.

Greva mezin a ku dihat plankirin li Fransayê bê kirin îro dest pê dike. Ji ber grevê 11 hezar û 500 polês hatin wezîfedarkirin.

Çalakvan îro li ber  avahîya Şaredarîya Herêma 9 a li Parîsê civîyan û dest bi çalakîyan kirin.(ÎLKHA)



Etiketler: