Rejîma îşxalker cardin êrîşî Mescîdî Eqsayê kir

Hat ragihandin rejîma îşxalker êrîş bir li ser Mislimanên ku li  Mescîda Qibleyê nimêja terawîhê eda dikirin.

Ekleme: 06.04.2023 11:50:28 / Güncelleme: 06.04.2023 11:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çeteyên rejîma îşxalker û siyonistên di wextên dawî yên xelasbûnna nimêja terawîhan de li derdora Mescîda Qibleyê civîyan û bi berikên û bi bombeyên deng êrîş birin li ser mislimanên ku nimêja terawîhê eda dikirin.

Di dîmenên ku li Qudsê hatine girtin de tê dîtin siyonistên îşxalker her wisa bi jopan tehdayî û zilmê li wan kesênku ji wan re bertek nîşan didin, dikin.(ÎLKHA)