Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê banga “xebatkarên dildar” kir

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê bang li xelkê kir da ku werin di bin bavê Karwana Hêvîyê de ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.

Ekleme: 03.04.2023 11:55:28 / Güncelleme: 03.04.2023 11:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber du erdhejên mezin ên ku navendên wan Mereş bû li 10 bajaran zirareke mezin pêk hat ku yek ji wan bajaran jî Semsûr e.

Ji roja ewil a erdhejê ve dildar û endamên Karwana Hêvîyê hewl didin ji derdê  erdhezedeyan re bibin derman û birînên wan derman bikin.  Xebatên ku ji 6ê Şibatê ve li Semsûrê hatin destpêkirin di meha Remezanê de jî bênavber berdewam dike. Endam û dildarên Karwana Hêvîyê ji bo xwarina fitarê ya erdhejzedeyan heta nîvê şevê dixebitin. Cengîz Kurtaranê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê bang li xelkê kir da ku werin di bin bavê Karwana Hêvîyê de ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.

Kurtaran di berdewama banga xwe de destnîşan kir heta îxtîyac hebe em ê li vê derê xizmetê bidin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em ji wan kesên ku dixwazin li sehayê ji me re bibin alîkar, serî li weqfa me bidin,bibin dildar û werin di bin banê Karwana Hêvîyê de ji erdhejzedeyan re bibin alîkar.”(ÎLKHA)