Li Texîrdaxê di navbera du malbatan de pevçûn: 2 mirî 3 birîndar

Hat ragihandin li Texîrdaxê di navbera du malbatan de ji ber hisûmeta berî niha pevçûna çekdarî pêk hat.

Ekleme: 03.04.2023 11:30:28 / Güncelleme: 03.04.2023 11:30:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li Taxa Aydogduya girêdayê navçeya Silêman Paşa pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di encama pevçûna ku derket de 2 kesên bi navê E.G û F.G. canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û  8 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê hebûn jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)