Berdevkê AK Partiyê Çelîk: Danîmarka di meha Remezanê de bû navenda sûcên nefretê

Omer Çelîkê Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir, "Di meha Remezanê de Danîmarka bû navenda sûcên nefretê. Em dubarekirina vê bêhurmetiyê şermezar dikin."

Ekleme: 01.04.2023 11:05:29 / Güncelleme: 01.04.2023 11:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê AK Partiyê Çelîk bertek nîşanî êrîşa li Danîmarkayê ya li hemberî Qur'anê da. Çelîk diyar kir ku Danîmarka di meha Remezanê de bûye navenda sûcên nefretê ye û wiha got: "Em wê bêhurmetîya ku li Qur'anê  hatiye kirin dubare dibe şermezar dikin. Em wan meqamên n Danîmarkayê yên ku destûr dane sûcê nefretê yê eşkere jî şermezar dikin. Em bang li rayedarên Danîmarkayê dikin ku li dijî sûcdarên sûcê nefretê tevbigerin. Em ê pêvajoyê taqîb bikin."(ÎLKHA)