Li Fîlîpînan di ferîbotekî de şewat derket: 31 kes mirin

Di encama şewata ku li Filipînan di ferîbotekê derket de 31 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.03.2023 14:09:43 / Güncelleme: 31.03.2023 14:09:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di Ferîbota The Lady Mary Joy 3 a ku ji Girava Mindanao ber bi Girava Jolo ve diçû de ji ber sedemeke ku hêj nayên zanîn şewat derket.

Di encama şewata ku derket de 230 kes hatin rizgarkirin û 31 kes canê xwe ji dest dan.

Ji bo kesên winda bên dîtin xebat hatin destpêkirin.(ÎLKHA)