Li Kenyayê qeza : 14 mirî

Di encama qezaya ku li Kenyayê pêk hat de 14 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 31.03.2023 12:20:29 / Güncelleme: 31.03.2023 12:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tom Oderayê Şefê Polêsan ê Herêmê derbarê mijarê de destnîşan kir, otobuseke ku tê xwendekarên zanîngehê hebû qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin di nav kesên ku mirin de xwendekar jî mamamoste jî hene.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)