Mînîbus  û tir li hev qelibîn: 1 mirî 2 birîndar

Di encama qezaya ku li ser rêbeja Êlih-Sêrtê pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 31.03.2023 11:50:30 / Güncelleme: 31.03.2023 11:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li derketina navçeya Qubîna Êlihê li ser rêbeja Êlih-Sêrtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbus û tirek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat  hînbûn rewşa kesên birîndar giran e û hatin rakirin nexweşxanê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin(ÎLKHA)