Weqfa Kerwana Hêvîyê Qurana Kerîm belav kir

Weqfa Kerwana Hêvîyê ya ku ji roja ewil a erdhejê ve li Semsûrê jî xebatên xwe yên alîkarîyê birêve dibe û hewl dide birînên erdhejzedeyan derman bike xebatên xwe didomîne.

Ekleme: 27.03.2023 12:45:28 / Güncelleme: 27.03.2023 12:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa ku li Semsûrê xebatên xwe bênavber didomîne ji ber minasebeta meha Remezanê ji welatîyan re Qurana Kerîm belav kir.

Welatîyên ku dixwastin di mizgeftên kon de tevlî muqabeleyan bibin Quranên ku dihatin belavkirin girtin û beşdarî muqabeleyê bûn.

Kesên ku ji vê xizmeta weqfê re jî bûn şahid ji kesên bûn wesîle re dia kirin û kêfxweşîyên xwe anîn zimên.(ÎLKHA)