Edeta muqabeleyê ya ku di meha Remezanê de sunnet e berdewam dike

Ji muqabeleya ku ji Esra Seadetê vir di meha Remezanê de tê kirin re Misliman eleqeyeke mezin nîşan didin.

Ekleme: 25.03.2023 14:09:24 / Güncelleme: 25.03.2023 14:09:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mêrdînê zarok û ciwan,mezin û biçûk bi sedan kes edeta muqabeleyê ya ku di meha Remezanê de sunnet e didomînin.

Welatî piştî nimêj anîvro nîv cûz û piştî nimêja esrê jî nîv cûzî bi pêkve dixwînin û muqabeleya ku ji Esra Seadetê vir di meha Remezanê de tê kirin didomînin.

Welatîyên ku beşdarî muqabeleyê bûn derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn zimên û gotin:

Mehmet Necîb Omer:

Pir zêde feydeya muqabeleyê li me heye. Ez di meha Remezanê de her sal beşdarî muqabeleyê dibim.

Melayê Teqawîdbûyî Xidir Geçît: Xelq eleyeke zêde nîşanî muqabeleyê dide.

Omer Derîn: Divê em tevde vê îbadetê bikin. Lewra ev yek wezîfeya me ye.(ÎLKHA)