Ji Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê derheqê xweserî û federasyonê de daxuyanî

Serkan Ramanliyê Berdevkê HUDA PARê derheqê nîqaşên xweserî û federosyonê de  nirxandinek kir.

Ekleme: 25.03.2023 12:45:28 / Güncelleme: 25.03.2023 12:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ramanli doh êvarî beşdarî bernameya televîzyoneke taybet bû. Di bernameya ku Ramanli beşdarî bû de jê derheqê xweserî û federasyona di bernameya wan a partîyê de  pirs hat kirin.

Ramanli di bersiva ku da pirsa ku jê hat kirin de wiha destnîşan kir “ Her kesê ku hema piçek Tirkîya wî hebe dikare fam bike ku em bi wan gotinên xwe yên di bernameya xwe partîyê de xweserî û federasyonê teleb nakin.  Lê belê hinek kesên ku bernameya me ya partîyê nexwendine bes bi tezwîratan şîroveyan dikin. Di navbera bila bê nîqaşkirin û em dixwazin de ferqeke mezin heye. Em bawer dikin bi qeyda xeranebûna yekîtî û digelhevîya me her kes dikare li ser metodên îdareyê bi rihatî xeber bide û nîqaş bike.Em dibêjin ger bi rastî  ekserîyetê gel ji van metodên îdareyê yekê yan ji yekê zêdetir dixwaze bila li pêşîya vê yekê kes nebe mani’.”(ÎLKHA)