Derheqê îşkenceyên ku li Licê li zarokekî 14 salî hat kirin de lêpirsîn hat destpêkirin

Doh hat îddîakirin ku li Licêya navçeya Diyarbekirê zarokê 14 salî ji teref çend polêsan ve hatiye revandin û îşkence lê hatiye kirin.

Ekleme: 23.03.2023 11:30:29 / Güncelleme: 23.03.2023 11:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tê diyarkirin kesên ku F.K. revandine û îşkence lê kirine polês in . Derbarê mijarê de ji teref Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, derbarê mijara ku tê îddîakirin li Licê pêk hatiye de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)