Weqfa Yetîman ji ber minasebeta Meha Remezanê banga alîkarîyê li xêrxwazan kir

Koordînatorê  Giştî yê Weqfa Yetîman  Cemîl Uysal  bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew ê ji ber minasebeta meha Remezanê  ji kesên yetîm re alîkarîyê bikin.

Ekleme: 20.03.2023 17:40:30 / Güncelleme: 20.03.2023 17:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Yetîman a ku li navenda wê li Diyarbekirê ye xebatên xwe yên alîkarîyê ji bo êtîm û sêwîyan bênavber didomîne. Ji ber minasebeta meha Remezanê weqf xebatên xwe zêde kir.

Derbarê amadehîyên xebatên meha Remezanê de ji teref Koordînatorê  Giştî yê Weqfa Yetîman  Cemîl Uysal  ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Uysaldi daxuyanîya ku belav kir de qala amadehîyên ku ji ber minasebeta meha Remezanê tên kirin, kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Cardin hemd û sena ji Rebbê me re ku kir nesîbê me em bighijin meha Remezanê ya ku meha bereket, mexfîret û rehmetê ye. Rebbê min bike nesîb em bi şikleke kamil ji vê  mehê îstîfade bikin. Werin em di vê meha mibarek de zekat, înfaq, fitr, sedeqa û xêrên xwe ji bo muxtac û êtîman bidin û parîkek be jî wan bidin kenandin. Bedela kolîya Remezanê ya îsal 500 tl ye. Xweda ji a niha ve xêrên ku hûn ê bikin qebûl bike.”(ÎLKHA)