HUDA PARê çû serdana malbata dayik û qîza wê ya ku di lehîyê de winda bûn

Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshaq Saglam û lijneya pêre li Semsûrê çûn serdana malbata dayik û qîza wê ya ku di lehîyê de winda bûn.

Ekleme: 20.03.2023 14:25:30 / Güncelleme: 20.03.2023 14:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berî 5 rojan ji ber lehîya ku rabû li navçeya Tuta Semsûrê lehî rabû û ji ber lehîyê dayika bi navê Fatma Tekdal û qîza wê Zeynep winda bûn. Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshaq Saglam û lijneya pêre li Semsûrê çûn serdana malbata dayik û qîza wê ya ku di lehîyê de winda bûn.

 Saglam û heyeta pêre ji teref Bedir Tekdalê bavê Zeynep Tekdal ve hat pêşwazîkirin. Di serdana ku hat kirin de Îshaq Saglam ji malbatê re sebrê daxwaz kir. Bedir Tekdal jî ji ber ziyareta ku hat kirin ji HUDA PARê teşekkur kir.(ÎLKHA)