Ji ber Bagera Freddy a li Malavîyê hejmara mirîyan derket 522 kesan

Hat ragihandin ji ber Bagera Freddy a li Malavîyê 190 kes miribûn û gelek kes jî winda bûbûn.

Ekleme: 20.03.2023 10:15:30 / Güncelleme: 20.03.2023 10:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatin wergirtin hejmara mirîyan her ku diçe zêdetir dibe.

Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Îdareya Birêveberîya Afetê ya Neteweyê Charles Kalemba ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Kalembe di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji ber Bagera Freddy a li Malavîyê 522 kes mirin, 584 Kes birîndar bûn û gelek kes jî winda bûn.(ÎLKHA)