Qerara girtinê ya derheqê Îmra Xan de hat rakirin

Li Pakistanê mehkemeyê qerara girtinê ya derheqê Îmran Xanê serokwezîrê berê  de betal kir.

Ekleme: 19.03.2023 10:40:04 / Güncelleme: 19.03.2023 10:40:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îmran Xanê serokwezîrê berê  û Serokê Partîya Harekata Edaletê ji bo derkeve mahkemê çû Îslamabada paytexta Pakistanê.

Li derveyî mahkemeyê di navbera polêsan û terefdarên Îmran Xan de pevçûn derket.

Ji ber bûyerên ku derket Îmran Xan ji nav erebeya xwe beşdarî niştinê bû. Di encama niştina ku hat kirin de qerara girtinê ya derheqê Îmran Xanê serokwezîrê berê  de hat betalkirin.(ÎLKHA)