Wezîr Koca: Li Rihayê ava şebekeyê divê neyê vexwarin

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca destnîşan kir, piştî felakata lehîyê ya ku li Rihayê pêk hat ava bajêr hat berdan, lê belê divê ava şebekeyê wek ava vexwarinê  neyê bikaranîn.

Ekleme: 19.03.2023 10:09:44 / Güncelleme: 19.03.2023 10:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de destnîşan kir: “Her çi qas ava şebekeyê ji tesîsên parzûnê bê derbaskirin jî divê av heta demekê ava şebekeyê wek ava vexwarinê  neyê bikaranîn.”(ÎLKHA)