Rejîma siyonist a îşxalker li ser axên îşxalkirî qetlîamên xwe didomîne: 4 şehîd

Di encama êrîşên çekdarî yên ku ji teref rejîma siyonist a îşxalker ve li bajara Cenînê hat kirin de 4 xortên Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 17.03.2023 10:55:32 / Güncelleme: 17.03.2023 10:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di encama êrîşên çekdarî yên ku ji teref rejîma siyonist a îşxalker ve li bajara Cenînê hat kirin de 4 xortên Filistînî şehîd bûn.

Hat ragihandin ji 4 Filistînîyên ku hatin şehîdkirin yek ji wan Ûsif Şureymê ji fermandarên Tuxayên Îzzedîn El-Qassam û yê din jî ji Nîdal Hazîmê ji fermandarên  Tuxayên Qudsê ye.

Hat hînbûn navê du şehîdên din jî Luey Ez-Zuğeyr (37) û  Omer Avvadîn e.(ÎLKHA)