Li Diyarbekirê bloka dawî jî ya Galerîyê bi kontrol hat xerakirin

Ji ber erdhejên ku navendên wan Mereş bû li Diyarbekirê digel gelek avahîyan avahîyên sîteya Galerîayê jî zirareke mezin dîtin.

Ekleme: 17.03.2023 10:15:31 / Güncelleme: 17.03.2023 10:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama erdheja ku pêk hatibû de blokeke sîteyê xera bûbû û 2 blokên din jî bi şikleke kontrol hatibûn xerakirin. Di bergeha xebatên ku hatin kirin de bloka dawî ya sîteyê jî hat xerakirin.

Di dîmenên ku hatin kişandin de tê dîtin avahî bi derbeya ewil bi dengekî mezin hat xwarê.(ÎLKHA)