Hejmara kesên ku ji ber lehîyê rehmet kirin derket 15 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku ji ber lehîyên li Semsûr û Rihayê rabû rehmet kirin derket 15 kesan.

Ekleme: 16.03.2023 15:40:30 / Güncelleme: 16.03.2023 15:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh ji ber barana ku zêde barîya li Semsûr û Rihayê lehî rabû û gelek mal, dikan û kargeh di bin avê de man û însan di ber avê re çûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  ji ber lehîya ku rabû li Rihayê 13 kes û li Semsûrê jî 2 kes canê xwe ji dest dan.

Tê diyarkirin 4 kesên ku winda bûne ji bo bên dîtin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)